Nûnerên Tifaqê vedibêjin: Çareseriya pirsgirêka Kurd di rêya sêyem de ye

  • 09:03 15 Îlon 2022
  • Dosya
 
Dîlan Babat-Marta Somek
 
ENQERE-STENBOL - Nûnerên Tifaqa Azadî û Kedê diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka qirkirina jinê, ya ekolojî û pirsgirêka Kurd ‘Rêya Sêyem’ ferz e û banga têkoşîna hevpar li hemû kesî kirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevdîtina yekem a tifaqa bi partiyên siyasî û rêxistinên çep sosyalîst re kiribû di 18’ê çileyê de li Enqereyê pek anî. Piştî hevdîtinan hat diyarkirin ku Tifaqa Demokrasiyê hilbijartinan esas nagire, li ser çareseriya pirsgrêkên welat disekine û di vî alî de gavan diavêje. Piştî gelek hevdîtinên hatin kirin Partiya Azadiya Civakî (TOP)), Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) û partiya Kedê di 25’ê tebaxê de li Stenbolê ji nû ve hatin gel hev û pirsgirêkên welat nîqaş kirin û navê xwe wek ‘Tifaqa Azadî û Kedê’ îlan kirin. Di meha Îlonê de jî wê deklerasyonekê parve bikin.
 
Di 24’ê îlonê de wê nexşerê bê aşkerakirin
 
Tifaqa Azadî û Kedê wê nexşerê, deklerasyona hevpar, bernameya siyasî di 24’ê îlonê de li Beygolu ya Stenbolê li Navenda Kongre ya Halîçê bi hevdîtina gel a girseyî re parve bike.
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sultan Ozcan û Berdevka partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca der barê mijarê de nirxandin kirin. 
 
‘Hevkariya têkoşîna ku pêvajoya avakirinê dihewîne’
 
Sultan Ozcan diyar kir ku di 25’ê tebaxê de li Stenbolê civîn pêk anîne û di zemîna têkoşînê de bûne hevpar û got: “Navê tifaqê wekî ‘tifaqa azadî û kedê’ hat diyarkirin. Piştî aşkerakirina deklerasyonê ya meha îlonê hevdîtin dê bidomin. Me hemû nêrîn û rexneyên gel û civakan li ber çavan girt û belge amade kir. Me pêşkêşî saziyan kir, me bi tevgerên pîşeyî re, di hevdîtinên maseya glover de û weqfên cuda re parve kir. Me bi banga HDP’ê re di 18’ê çileyê de civîna xwe ya yekem pêk anî. Me bi raya giştî re parve kir ku em têkoşina hevpar esas digirin.”
 
‘Me civîn pêk anîn’
 
Sultanê diyar kir ku di 26’ê sibatê de li Enqereyê carek din hatine gel hev û wiha bi lêv kir: “Hedefa bi hêzên demokrasî û şoreşger re mezinkirina têkoşînê ye. Li dijî faşîzmê, kuştinên jinan, fehskirina Peymana Stenbolê û her cureyê şîdetê, li dijî şîdeta mêr, têkoşîna hevpar mezin dibe. Me li dijî xespkirina mafê jinan talana xwezayê têkoşînek hevpar û naskirina gelan û baweriyan, hedef kir û me têkoşînek hevpar deklere kir. Me hevdîtina tevgera civakî ya nû hedef kir. Me rêxistina bi hev re ya di 8’ê Adar, Newroz û 1’ê Gulanê hedef kir. Me li dijî şer û hilweşînan biryara rêxistina xeta têkoşînê hedef kir. Di 26’ê sibatê de me mekanîzma ava kir. Li dijî xizanî, bêdadiya di mûçeyan de karê hevpar kir.”
 
‘Em ê metnekê pêşkêş bikin’
 
Sultanê diyar kir ku tevî dîroka hilbijartinê ne diyar e hilbijartin ketiye rojeva welat û got li dijî rejîma yek mêrî ev hilbijartina dema pêş gelek girîng e û wateya wê cuda ye wiha daxuyand: “Ji bo Tirkiyeyek demokratîk, ji bo ewlehiya sindoqan me têkoşina hevpar diyar kir. Me navê xwe wek Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kir. Em ê metna xwe ya ku çareseriyê dihewîne aşkera bikin.”
 
Wê perspektîfa çareseriyê pêşkêş bike
 
Sultanê her wiha bi lêv kir ku metna ku pêşkêş dikin wê hêviyê bide civaka Tirkiyeyê û li dijî tifaqaên restorasyonî siyaseta rêya 3’yemîn esas bigirin, metn wê pespektîfa çareseriyê pêşkêş bike.”
 
‘Parçeyeke plana têkbirinê ye’
 
Sultanê anî ziman yek ji rojevên esas a tifaqaê rojeva wekheviya zayendî û têkoşîna jinê ye û di vê mijarê de jî wiha got: “Jin li her derê rastî şîdetê tên. Bi taybet jî şîdeta polîs û leşkeran ji polîtîkayên şer hêzê digirin. Bi taybet jî bi zanebûn jinên kurd dibin hedefa van êrîşan. Ev hem di rojeva tifaqê de ye hem jî di rojeva meclîsa jinan de ye. Ev polîtîka parçeyeka plana têkbirina civakê ye. Di serî de li Şirnexê li her derê qirkirina xwezayê pêk tê. Carna Dêrsîm, carna Çewlîk, carna Şirnex. Ji bo faşîzma xwe mayînde bikin dîsa birçîbûn, xizaniyê rewa bikin û mafê jiyanê binpê dikin. Ji bo dengan biçewisînin jî plana parçekirinê pêk tînin. Dixwazin di bin navê terorê de jî vê rewa bikin. Banga me ev e. Divê bertek û deng bibin yek. Ev pêkanîn berpirsyariya me datîne holê.  Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên HDP’ê, HDK’ê, rêxistinên jinan, dînamîkên têkoşînê divê di xeta hevpar de dengê xwe bikin ye. Tişta kêm û qels rewşa me ya parçebûnî ye.”
 
Berdevka TOP’ê Perîhan Koca jî nirxandina xwe kir û der barê ku li dijî şer wê riyek çawa bimeşînin, çareseriya pirgirêka Kurd û cihgirtina tifaqê de nirxandin kir.
 
Em ê berdevkiya berjewendiyên gel bikin
Perîhanê diyar kir ku ji bo zemînekê ava bikin û rêbazek sêyemîn pêk bînin bi gel re salekê civîn pêk anîne û xebatek têr û tije meşandine û got: “Me hewl da em pêvajoyeke avakirina têkoşîna hevpar ku tenê bi nîqaşên hilbijartinê sînor nemîne, rêxistin bikin. Me desthlatdariyek gel hedef girt û xebatên xwe meşand. Me hewcedarî bi tifaqek wisa dît. Du heb tifaqên ku berjewendiyên sermayê diparêze, gel tê de tune ne hene. Em li 20 sal dema AKP’ê binêrin. Em bi tabloyek giran re rû bi rû ne. Aborî têk çûye, siyaset di krîzek mezin de ye. Em di her alî de bi kavilekê re hatine rû hev. Gel dibêje ‘êdî wisa naçe’. Sosyalîst, çepgir, demokrat, hêzên kedê yên vî welatî hene û neçar in peywira xwe ya dîrokî bînin cih. Em jî dest didin wan û ji bo berjewendiyên gel wek tifaq xwe deklere dikin.”
 
‘Tercîh em in’
 
Perîhanê her wiha daxuyakirin ku gel êdî nikare hewcedariyên sereke pêk bînin û wiha daxuyand: “Em li erdnîgariyeke ku êdî mirov nikarin debara xwe bikin, mafê jiyan û ewlehiya xwe nikarin pêk bînin de dijîn. Em di şertê wisa de ne mecbûr in di bin bermahiyên Qesrê de bijîn. Ji bo jiyanek bi rûmet û mirovane hewce bi hêzeke aborî ya avakirinê heye. Avakirina vê hêza aborî kirdeya polîtîk dikare bike. Lêgerîna gel heye. Gel li kolanan divê bên gel hev. Divê li berxwe bidin. Divê welat bê xilaskirin. Ger ev pêk neyê wê hilweşîn pêk bên. Em di bin hişmendiya vê de dibêjin ku rêbaz û tercîha esas em in.”
 
‘Tirkiye navbeynkariya şer dike’
 
Perîhanê bal kişand ser şerên li cîhanê tên meşandin û got: “Em di sêyemîn şerê cîhanê de ne. Tirkiye di esasê de alaviya şer û hêzên emperyal dike. Ji vê krîza hegemon ne bêpar e. Polîtîka AKP’ê îflas kiriye. Lê ji ser şer hewl dide xwe bide meşandin. Tu deriyê ku biçin ber nemaya. Ji ber vê jî faşîzma xwe li her derê dimeşîne. Demek e dirêje li hember Kurdistanê polîtîkaya hilweşînê dimeşîne. Ji meha Nîsanê de ye li hember Herêma Federal a Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Hem li Rojava, hem li Sûriye û Başûrê Kurdistanê pêvajoya şer dimeşîne. Ji bo faşîzma xwe mayînde bike, şer dimeşîne. Bi zîhniyeta îmha û înkarê nêzî gelê Kurd dibe. Di vî alî de em dikarin bêjin AKP-MHP ji bilî şer tu tiştekî nade gel. Ji meha Nîsanê de ye şer dijwar kiriye. Behsa çekên kîmyewî jî tên kirin. Polîtîkayek dagirker tê meşandin.”
 
Desthilatdariya ku li dijî gelan şer dimeşîne
 
Perîhanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Divê şer tenê bi operasyonên dersînor, tank û tifingan neyê nirxandin. Şer li her derê welatê me ye. Li dijî jinan şer heye. Li dijî karkeran şer heye. Polîtîkaya sermayeyê ya desthilatdariyê heye. Li dijî Kurdan dijminahî tê kirin. Yanî bi awayekî topyekun li dijî gelan şer heye. Rastiya desthilatdariyek wisa heye. Doza girtina HDP’ê, rakirina destnendanan. Qeyûm, tecrîd, rewşa girtîgehan. Divê ev hemû wekî parçeyek şer bê qebûlkirin.”
 
Dermanê polîtîkayên şer aştî ye…
 
Perîhanê daxuyakirin ku hewce bi polîtîkayeke nû ya aştiyê heye û di vê mijarê de nêrînên xwe anî ziman: “Em li erdnîgariyeke ku şer heta hestiyên xwe hîs dikin, dijîn. Em dikarin bi polîtîkayeke aştiyê ya nû çareseriyê pêk bînin. Ne tifaqa Mîllet ne jî tifaqa Cumhur, xuyaye ku ji polîtîkayên şer re nabin derman.”
 
Navnîşana çareseriyê rêya sêyem
 
Perîhanê di dawiya axaftina xwe de got ku çareseriya demokratîka pirsgirêka Kurd, ewlehiya aştî û polîtîkaya aştiyê ancax bi xeteke polîtîk dikare pêk bê û wiha dawî lê anî: “Em vê xetê dikarin bi avakirina Tirkiyeyek demokratîk û gelparêz bikin. Vê jî ancax ‘rêya sêyem’ dikare bike. yek ji rojeva civîna me ev bû. Yekane çareserî riya sêyem e. Ez bang li hemû aliyan dikin. Yên dibêjin ‘wisa derbas nabe’ divê di vê tifaqê de bên gel hev. Em ê bi vê berpirsiyariyê tev bigerin û vî welatî ji nû ve xilas bikin.”