Li Îranê mirina bi gûman a werzîşvanekê

  • 13:15 29 Gulan 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê werzîşvana lîstika Paralimpik Zehra Bernakî ji bilindahiyê ket û bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li Îranê werzîşvana lîstika Paralimpik Zehra Bernakî ya 33 salî, li bajarê Semnan ya Îranê ji avahiya 4 qat ket xwarê. Zahra Bernaki ku bi giranî birindar bû û gelek cihên laşê wê şikestin, rakirin nexweşxaneya Kaethar. Zahra Bernakî di 27’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Di daxuyaniya ku muduryeta Emnyeta Semanan dayî de hat zanîn ku di navbera Zehra Bernaki û hevjînê wê de pirsgirêk hebû û der barê mijarê de dest bi lêkolînan kirine. Zehra Barnaki û endama tîma milî ya Îranê, di atletîzma xwecihî û nîvî ya Asya di sala 2018’an de li peytexta Endonezya Cakartayê de 6 xelat wergirtibûn.