Talîbanê careke din deriyê zanîngehê li jinan girt

  • 16:07 29 Çile 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê ku di bin rêveberiya Talîban de ye, ketina ezmûnên zanîngehê li xwendekarên jin hate qedexekirin.
 
Talîban di tebaxa 2021’an de rêveberiya Efganistanê xistibû bin destê xwe. Bi îtkîdara Talîban re qedexeyên ji bo jinan li pey hev hatin û ev qedexe hêj jî didomin. Herî dawî jî Talîban ku çûyîna jinan a zanîngehê qedexe kiribû, ezmûnên zanîngehê ku wê meha pêş werin lidarxistin jî li xwendekarên jin qedexe kir.
 
Wezareta Xwendekaran a Bilind fermana rêveberiya Talîbanê ji hemû zanîngehan re şand. Di nameyê de hat diyarkirin ku saziyên li gorî talîmatê tevnegerin dê bên cezakirin.