Ji ber sir û sermaya zêde li Afganistanê 150 kes mir

  • 11:23 26 Çile 2023
  • Cîhan
 
Ji ber sir û sermayê li Afganistanê 150 kes mir. Berdevkê Wezaretata Têkoşîna Li Dijî Bobelatan a Efganistanê Shafîûllah Rahîmî diyar kir ku ji ber sermayê heta niha 157 kes  mirine û 70 hezar heywanên ji bo xwedîkirinê jî mirar bûne.
 
Li gorî saziyên alîkariyê nîvê welat birçî ye û 4 milyon zarok nikarin têr xwarinê bixwin.
 
Li hinek derên Efganistanê germahiya hewayê dadikeve -33 dereceyan.