‘Jinên Afganîstanê wê mafên xwe têbikoşin’

  • 19:54 24 Çile 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Afganîstanê di daxuyaniya ku dan de dyar kirin ku jin li dijî rêveberiya Talîban berxwe didin û jin bo mafên xwe têkoşîna xwe didomînin.
 
Piştî Talîban di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Afganîstan girt dest hemû mafên jinan xesp kir û destkeftiyên jinan yek bi yek tune kirin. Tevgera Jinan a Afganîstanê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wê jin ji bo mafên xwe têbikoşin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Tevgera jinên Afganîtsanê li dijî hemû êrîşan berxwedan û mafê mirovan, wekhevî parast. Em ê ji bo statuya jinan, statuya civakî, îstîkrara çandî, lîderiya aborî û hildana ala zanist û zanînê têbikoşin. Ji ber vê UNESCO wê 24’ê Çile de wek Roja perwerda Navneteweyî ya jin û zarokên keç yên Afganîstanê diyar bike û îro li Navenda Neteweyên Yekbûyî wê civînek mezin êk bîne û veguera zarokên çe yên li Afganîstanê bîne ziman. Ji ber vê endamên tevgera jinên Afganîstanê abîdeya UNESCO ya li Afganîstanê ya ji bo jinan pîroz dike. Jinên Afganîstanê ji bo mafên xwe bidest bixin hewcedarî bi piştgiriya global dibînin û hemû cîhan jî vê dizane.
 
Jin wek zayenda duyem tên dîtin
 
Her kes  zilma Talîban dibîne. Talîban jinan di îdeolojiya xwe de wek zayenda duyem dibîne û dike bin zilma mêr. Talîban ku bi zilm û terorê xwe heyî dike, ger  deriyên dibistanên xwe vebike wê bo jinan di dîroka mirovahiyê de şaşiyek mezin be. Ji Afganîstanê destpê bikin û li hemû cîhanê belav bikin.  Nifşê nû bê hişmendî hiştine. Hemû çand û dîroka Afganîtsanê. Di hişê xwe de ji bilî şer, teror, ol  û tundiyê tiştek din naxwazin.
 
Ji ber vê jî hîna ku Afganîstan li ber çavê cîhanê reş nebûye divê em têkiliyên bi Talîban re bidin sekinandin. Hemû qadên ku Talîban xwe lê mayînde dikin ji holê rakin û rehetî û aştiyê bidi gelê Afganîstanê.”