Talîbanê vê carê park û bexçe li jinan qedexe kir

  • 11:22 10 Mijdar 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîban ku bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinê timî di rojevê de ye, vê carê jî park û bexçeyên li paytext Kabûlê li jinan qedexe kir.
 
Talîbanê destpêka hefteyê ferman da berpirsyarên park û bexçeyan ku deriyên xwe li jinan bigirin. Heta niha ji bo ku jin û mêr li parkê li hev rast neyê, ji bo jinan saeteke cuda, ji bo mêran jî careke cuda diyar kiribû.
 
Berdevkê Wezareta "Teşwîqkirina Dilpakiyê û Pêşîgirtina li Nebaşiyê" Mûhammed Akîf Sadik Mûhacîr ji AFP'ê re axivî û got: "Li gelek deveran pîvan hatin binpêkirin. Jin û mêr tevlî hev bûne, pîvana nixumandinê hatiye binpêkirin. Ji ber vê yekê vê gavê biryareke bi vî rengî hate dayin."
 
Piştî şerê 20 salan yekîneyên Emerîkî xwe ji Efganistanê vekişandin û di tebaxa 2021'ê de Talîban bû desthilatdar. Rewşa jinan a li Efganistanê ku nebaş bû, bi Talîbanê re ji aliyê azadiyê ve hîn bêhtir nebaş bû.