Balafira rêwiyan ket Gola Victoriayê

  • 10:13 7 Mijdar 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÜÇEYAN - Li Tanzanyayê balafireke rêwiyan ji ber rewşa hewayê ya xirab ket Gola Vîctoriayê, herî kêm 19 kesi jiyana xwe ji dest dan 28 rêwî jî hatin rizgarkirin.
 
Polîsê Tanzanyayê, Midûrê Herêma Kagerayê, William Mwampaghale daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê balafir li Gola Vîctorîayê ketiye û di encamê de 19 kes mirine. Mwampaghale diyar kir ku birîndar ji bo dermankirinê rakirine Nexweşxaneya Kagerayê û destnîşan kir ku xebatên rizgarkirinê dewam dikin.
 
Mwampaghale anî ziman ku di balafira ku ji Darusselam diçû Balafirgeha Bukobayê 39 rêwî û 4 kes ji ekîbên tanzîmê hebûne.