Danişîna dadgeha Werîşe Mûradî hat taloqkirin 2024-04-10 17:05:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku ji ber sedema dadwer ne amadebû, danişîna ji bo dadgehkirina Werîşe Muradî hate  taloqkirin.   Çalakvana mafên jinan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî di Tebaxa 2023’yê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li nêzîkî bajarê Sine hate revandin, heta niha di girtîgehê de tê girtin û nehiştine malbat serdana wê bike.   Piştî derbazbûna şeş mehan bi ser binçavkirina çalakvana mafên jinan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ji aliyê rejîma Îranê ve wê bi rakirina çekê û rawestana li dijî dewletê hatibû tometbar kirin.   Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku danişînda dadgeha çalakvana mafên jinan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku biryar bû duh pêkbihata, ji ber nebûna dadwer hate ji bo demek nediyar taloq kirin.   Çalakvana mafên jinan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî di meha Tebaxa 2023’yê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li nêzîkî bajarê Sine hate revandin, heta niha di girtîgehê de tê girtin û nehiştine malbat serdana wê bike.