Li Sudanê rîska nexweşiyê zêde bû 2023-06-02 21:03:28   NAVENDA NÛÇEYAN- DSO, diyar kir li Sudanê ji ber pevçûnên tên jiyîn mirov ji xizmetên tenduristiyê fêdeyê nagirin û ji ber vê jî gelek kes jiyana xwe ji dest didin, rîska nexweşiyan  zêde dibe.   Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, di civîna der barê pisgirêkên tenduristiyê ya global a DSO de axivî. Di civînê de hat diyar kirin ku li Tanzanya û Ekvator Gîneyê di têkoşîna li dijî vîrusa Marburg geşedanên erênî hene û Tanzanyayê 42 roj şûnde nexweşî qedyaye.   Her wiha hat destnîşan kir ku li Sudanê ji ber pevçûnên tên jiyîn mirov nikarin xizmetên tenduristiyê bigirin û got gelek kes ji ber vê nexweş dikevin, jiyana xwe ji dest didin. Di civînê de hat gotin ku rîska nexweşiyê her diçe zêde dibe.