Îşkenceya sîtematîk ku lê hat kirin vegot 2023-05-29 15:31:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta Îranî Zeyneb Zaman parve kir ku di bin çavan de îşkence lê hatiye kirin.   Aktîvîsta femînîst a Îranî Zeyneb Zaman behsa îşkenceya ku di binçavan de lê hatiye kirin kir. Zeynebê diyar kir ku bi darê zorê ew li ber kamerayan tazî kirine û ji bo ku neçin tuwaletê wan hindik xwarin xwariye.   Lêgerîna tazî   Li gorî nûçeya di NûJINHA'yê de Zeyneb di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal a Twîtterê de îşkenceya dema binçavkirinê lê hatiye kirin wiha vegot: "Di roja ewil a binçavkirinê de çavê min girêdan û beriya bikevim hundir jî lêgerîna tazî li min kirin. Min avêtin hucreyê. Karmenda jin tuwalet vekir û got 'bikeve tuwaletê'.  Got 'montê xwe, şal, gore û kincên xwe yên binî ji xwe bike'. Ez matmayî mam û min nikaribû tiştekî bêjim. Ajana jin got, 'Ji ber ku kamera tunebû min tu anî vir.' Roja duyemîn ez birim dozgeriyê û dema ez vegeriyam ez birim hucreyek din. AjanA jin dîsa ji min re got ku ez bi temamî xwe tazî bikin. Tuwalet û serşok di hundurê hucreya min de bûn, tenê dîwarek pir kurt hebû û li pişt jî kamera hebû. Dema min xwe dişoşt min ruyê x we dida dîwêr û min pir hindik xwarin dixwaar ji bo ku neçim ber kamerayê tuvaletê."