Li Fîlîpînê ji ber bahozê gelek kes mirin 2022-11-01 13:46:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fîlipînê bahoz rabû û xisara herî zêde li girava Mîndanao ya li başûr çêbû.    Li Fîlîpînê ji ber bahoz û hezaza ku çêbû herî kêm 101 kesî jiyana xwe ji dest da.  Desteya Rêveberiya Bobelatan jî piştrast kir ku herî kêm 101 kesî jiyana xwe ji dest dane. Herwiha hat diyarkirin ku bahozê piştre li girava Lûzonê da û her tişt da ber xwe. Li Manîla ya ku paytext e û li bajarên nêz jî lehî rabû. Salê derdora 20 bahoz li Fîlîpînê dixe û xisareke mezin dide welat.    Di salên dawîn de ji ber ku daristan hatine qirkirin li welat lehî jî radibe û hezaz çêdibe.