Ji Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû

  • 15:14 28 Çile 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Weşanxaneya Aramê di destpêka sala 2023’yan de 10  pirtûkên nû çap kir. 
 
Weşanxaneya Aramê di kategoriya bîranîn, roman, helbest, huner, dîroka civakî de 7 jê bi tirkî 10 pirtûkên nû çap kirin. 
 
Weşanxane ligel krîza aborî, pirtûkên nû çap dike û digihîne ber destên xwîneran. Weşanxaneyê  7 jê bi tirkî 10  pirtûkên nû çap kir. Pirtûka helbestan a Mizgin Ronak ya bi navê “Kirasê Heyvê”, pirtûka bîranînan a Ayten Amed ya bi navê “Kerkuk Li Benda We Ye” û pirtûka çîrokî ya Mulkiye Doğan a bi navê “Hespên Hêviyê”, romana “Goçebe Kuşlar” a Sara Aktaş, “Ilk Adımlar” a Aryen Dag, “Bir Garip Duello” a İskan Amed, “Kultur Sanat ve Tiyatro Uzerine Yazılar” a Ekin Roni, “Yaşayan Tarihler” a Feraşin Ayhan, “Yuregimin Guneyi” a Numan Amed, “Kelebekler ve Golgeler” a Neslihan Çetin, li refên pirtûkfiroşan û li malperên online cihê xwe girtin.