Mak Pirtûk bi dirûşma 'Dergûşa Pirtûkên Kurdî' dest pirtûkfiroşiyê kir

  • 10:22 26 Mijdar 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mak Pirtûk a li ser înternetê dest bi firotina pirtûka kir, da zanîn ew li Ewropayê dixwazin bibin deng û rengên ciwanên kurd. Her wiha gotin:" Em dixwazin her çi berhemên kurdî û yên derbarê kurdan de hebin, di demeke kin de bigihînin ber destên xwîneran."
 
Malpera Mak Pirtûk a li ser enternetê pirtûkfiroşiyê dike dest bi firotina pirtûkan kir. Navenda vê pirtûkfiroşiyê li Almanyayê ye. Mak Pirtûk ku ji aliyê çend ciwanên kurd ve hat damezrandin bi daxuyaniyek nivîskî qala damezrandin û naveroka xebata xwe kir. 
 
Mak Pirtûk a bi dirûşma “Dergûşa Pirtûkên Kurdî” dest pê kir, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha dibêje:
 
“Me divê di serî de diyar bikin ku em bi navê MakPirtûk.com pirtûkfroşiya online dikin. Navenda me li Elmanyayê ye. Em dixwazin her çi berhemên kurdî û yên derbarê kurdan de hebin, di demeke kin de bigihînin ber destên xwîneran. Qada xebata me bi taybetî hemû welatên Ewrûpayê ne. Her wisa li gor daxwazê em dê xwe bigihînin xwînerên kurdî yên li seranserê cîhanê jî. Xwînerên me li kîjan welatên cîhanê bin em dê bi rêyên herî guncav ji wan re bibin bersiv û em dê xwestekên wan ên pirtûkan bigihînin ber destên wan. Bi vî şiklî em dê pireya di navbera xwîner û berhemên kurdî xurt, rêyên asê hêsan û kurt bikin. 
 
Meseleya me ya destpêkirina karekî wiha her ji me dest pê kir û me nedikarî bi rehetî em xwe bigihînin pirtûkên kurdî. Em wekî çend ciwanên kurd ên ku li Ewrûpayê dijîn, gava me berê xwe da xwendina edebiyata kurdî û metnên kurdî em yekser rûbirûyê astengiyekê hatin ku ew zehmetiya bidestxisitina wan cure berheman bû. Gava me ji derdora xwe pirsî em jê haybûn ku bi kêmanî beşek mezin ya kurdên dîasporê di vî warî de zehmetiyan dikşînin. Fikra avakirina makpirtûkê ji vê hayjêbûnê çêbû. Divê were gotin ku li rex endîşeya bazirganiyê motîvasyona me ya sereke ew e ku em pirtûkên zimanê xwe bi rehetî bigihînin ber destên milletê me yê vê derê ku bi fikra me ev yek dê sîrkulasyonek baş çê bike di navbera van kesan de û îhtimal e rê li ber gelek xebatên çandî-edebî veke. Niha hema bêje me ji hemû weşanxneyên kurdî pirtûk berhev kirine û wan li malpera xwe bar dikin. Piştî ku ev kar qediya em ê bi awayekî profesyonel û motîvasyoneke bilind dest bi karê xwe bikin. Em hêvî dikin ku MakPirtûk bibe dilopek biçûk li qada xwendin û lêkolînên kurdî. 
Bo pêşxistin û bilindkirina MakPirtûkê em li benda rexne û pêşniyazên we ne.”