Herî zêde jin û ciwan serdana fuara pirtûkan dikin

  • 14:52 23 Mijdar 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 4'emîn Fûara Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê berdewam e ku herî zêde jin û ciwan serdana wê dikin. Kesên serdanê dikin diyar kirin ku herî zêde daxwaz li ser pirtûkên felsefî, dîrokî û derûnasiyê hene. Her wiha yek ji pirtûkên herî zêde di fûarayê de hatî firotin jî romana ‘Şazadeyê Urfayê ye.
 
4'emîn Fûara Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê di roja xwe ya heftemîn de didome ku wê heta 25’ê Mijdarê berdewam bike. Ji 20 welatan zêdetirî 200 weşanxane bi bihayên daşkandinê tevlî bûne. Yek ji pirtûkên ku herî zêde di pêşengehê de hatî firotin, romana "Şazadekey Urfa" ku ji aliyê nivîskar Nebez Goran ve hatiye nivîsîn e. Pirtûka "Şazadekey Urfa’ qala jiyana Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan a ji dayikbûnê heta sala 1999’an ango ji Rihayê heta Îmraliyê dike.