3'yemîn Mîhrîcana Şano ya Şanowan diyarî Jîna Amînî hat kirin

  • 08:40 24 Îlon 2022
  • Çand û Huner
Koma şanoyê ŞanoWan bi dirûşmeya “Ew roj wê hilê ew roj wê bê” 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê da destpêkirin. Mîhrîcan bi pêşengeha “Kulîlkên Ziwa” dest pê kir û bi stranan û govendgerandinê domiya. Girtiyên 30 sal di girtîgehê de mabûn, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, ARSÎSA, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û gelek kes tev li mîhrîcanê bûn. 
  
Listikvana ŞanoWanê Perînaz Dalezyê di vekirina 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê de temaşevan silav kirin û wiha got: “Rêyek heye, dirêj hem kulîlk hene hem zinar û kevir. Dimeşî bênavber rastî kulîlkekê têyî. Dirahêjî wê kulîlkê di nava rûpelên pirtûkêkê de. Dikî biranîn. Ewr derdikevin hin caran, tarîtî rêya te dibire. Beden disekine, lê ruh dimeşe, digere li her derê. Dibe bîr, dibe pênûs, dibe helbest, dibe lîstik gotinek wekî 'Jiyan ji te pir jez dikim, bi qasî ku di oxira te de bimrim'. 
 
Kaniyek kevn avek bi coş diherike. Xwe diçemînî ji bo kulmek av. Ne tînitî dimîne ne jî tenêtî. Ew ava wê kaniyê dibe stranek, dibe lîstikek, dibe reqsek. Diguhere lê qet nasekine. Bila nesekine biherike, biçe bigere li her derê welat. Ew welat tim di nava reş û spî de, bêreng û bêdeng dihêle. Bi qedexeyan bi girtinan bi tecrîdan dixwaze qirkirina gelan bidomîne. Di şexsê dayika Emîne Şenyaşar de berxwedanek heye. Û festîvala sêyemîn ku em dixwazin bibêjin 'Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê. Bila ev ruhê berxwedêr ber bi rojava, bila bibe derman biçe Başûr bigihîje birayekî, dawiyê bila helbet biçe Rojhilat bibe azadî. Azadiyeke ku jinek bi desmala xwe bireqise, bi desmala xwe neyê kuştin. Bila ew av biçe Bajarê Seqizê bihehije Jîna Amîniyê. Amînî tu dê li cihekî esmanî bibînî ku em ê destmala te bikin ola azadiya xwe. Ew roja azadiyê wê hilê, ew bihar wê bê. Em mîhrîcana şanoyê di şexsê Jîna Amîniyê de diyarî hemû jinên berxwedêr ên rojhilatê dikin.”  
 
Piştî axaftina destpêkê, Moda Sahneyê bi lîstika "Jiyan Pir Ji Te Hez Dikim" a ku girtî Îlhamî Çomak nivîsiye derket ser dikê. Hunermend Alî Tekbaş û Gulseven Medar di lîstikê de lîstin.
 
Piştî lîstikê Fûat Bor ê 28 salan di girtîgehê de maye plaket dan lîstikvanan. 
 
Bi bidawîbûna lîstikê re li hêwanê dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" olan dan.
 
Mîhrîcan îro saet di 15.00'an de bi lîstika "Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim" û saet di 20.00'ê êvarî de bi lîstika "Serbaz" bidome.