Li Kobanê ji bo zarokên astengdar pêşangeh 2023-05-31 14:39:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Her sal ji bo zarokên astengdar pêşangeha karê destan tê vekirin. Ji bo kêfxweşiya zarokan kar û barê destan, karên wênekêşî tên amadekirin. Ev kar jî bi destê zarokên astengdar, malbat û mamosteyên wan tê amadekirin.   Rêveberiya Saziya Hêviyê, Emîra Qadar jî anî ziman ku hejmara zarokan di navbera 40 û 45’an de ye û got: “Hin ji wan nikarin biçin dibistanê, tên vir û em bi hev re wan pêş dixin. Armanca me ji vê pêşangehê ew e ku zarokên li vir bikaribin tiştekî bi destê xwe biafirînin. Nêzî mehekê ye ku zarokan û mamosteyan bi hev re ev pêşangeh amade kirine. Hêviya me ew e ku zarokên astengdar di civakê de xwe pêş bixin û di her qadê de cih bigrin."   Emîna Elî ya ku keça wê Evîn jî zarokeke astengdar e, diyar kir ku saziya hêvî ji bo zarokên wan gelek kar kir û got: “Evîn ji kêfxweşiya pêşangehê karên xwe amade kir, cil û bergê xwe yên Kurdî jî amade kir. Em gelekî kêfxweş in ku ev pêşangeh jî hat amadekirin.”   Pêşengeh bi govenda zarokan bi dawî bû.