Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWan di roja 2'emîn de berdewam kir 2022-09-25 09:42:00     WAN - Di roja duduyan a Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê de lîstika "Serbaz" hat lîstin.   Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWan a 3'yemîn ku bi dirûşma “Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê” hat lidarxistin di roja duemîn de berdewam kir. Mîhrîcan li dika ŞanoWanê ya li Navenda Danûstendinê ya Aydin Perîhanê tê lidarxistin.  Duh di çarçoveya mîhrîcanê de lîstika "Serbaz" hat pêşandan.    Lîstika "Serbaz" bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin. Ji ber ku hemû bilêtên lîstikê qediyan, kesên bilêt bi dest wan neketin li ser mêrdewanan lîstik temaşe kirin.    Mîhrîcan îro dê bi lîstikên “Bir kadın uyanıyor” (Jinek şiyar dibe) û “Pîrîmîs” bidome.